Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo 4 bajarên rojhilatê welêt hişyariya aşît, qeşa û cemedê

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li herêma rojhilatê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşît, qeşa û cemedê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.

Germahiya hewayê li gor demsalê wê kêmtir be û bayê ji alî bakur û rojhilat va tê wê car caran tesîra xwe zêde bike.

Li herêmê germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 3, Hekariyê sifir, li Mûşê di bin sifirê da 7 û Bidlîsê jî di bin sifirê da 5 pile tê payîn.

Ji ber hewaya sar li herêmê qeşa û cemed wê hebe.

Hat gotin ku li deverên kêş û berpal zêde ne jî talûkeya aşîtê heye û bila welatî bi baldar bin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE