Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, qeşa û hişkiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li seranserî herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Li herêma ku germahiya hewayê wê di bin asta demsalê da be, ba wê ji bakur û rojhilat nerm, carinan jî nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin germahiya herî zêde ya nava rojê li Wanê 2, li Hekariyê sifir, di binê sifirê da li Mûşê 5 û li Bidlîsê jî 4 pile be.
Ji ber ku li herêmê cemed û hişkî, mij û dûman wê çêbe hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.
AA