Welatiyên li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê dijîn ji ber cemed û hişkiyê hatin hişyarkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin li herêmê bi piranî hewa wê perçe û pir ewrayî be, heta danê nîvro jî şiliyê bibare û şilope wê çêbibe.
Şev û destê sibê cemed û hişkî wê bikeve erdê, mij û dûman jî wê çêbibe.
Germahiya hewayê wê zêde neguhere.
Ji hêla başûr û başûrê rojhilatê va car caran ba wê rabe.
Germahiya herî zêde ya rojê li Wanê 8, li Mûşê 7, li Hekariyê 4 û li Bidlîsê jî 3 pile be.
AA