Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji bo mij û qeşayê hişyarî dan welatiyan.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa parçe û pir ewrawî be, heta nîvro baran û şilope bibare.
Ba dê ji başûr û başûrê rojhilat nerm car carna jî nîveqewî rabe.
Germahiya herî zêde ya rojê dê li Wanê 11, li Mûşê 10, li Hekariyê 11 û li Bidlîsê jî 6 pile be.
- Hişyariya mijê
Li tevahiya herêmê dê bi şev û berdestê sibê mij çêbe.
Ji ber ku dê mesafeya dîtinê kêm bibe di serî da tengasiyên di gihandinê da hember neyîniyên dibe biqewimin ji welatiyan hat xwestin ku baldar û bi tevdîr bin.
AA