Ji Meteorolojiyê hişyariya aşîtê

Ji bo 4 bajaran hişyariya aşîtê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê hişyariya aşîtê

Ji bo herêmên berpal ên Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşîtê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, hetanî danê nîvro li Wan û Bidlîsê hetanî êvarê jî li Hekariyê bi navber berfê bibare.

Wekî mayîn li herêmê cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe.

Li Behra Wanê hewayê ewravî be û berfê bibare. Bayê ji aliyê bakurê rojhilatê ra rabe.

Tê texmînkirin ku li navenda bajaran germahiya hewayê li Wanê di binê sifirê da 2, li Hekariyê di binê sifirê da 3, li Bidlîsê di binê sifirê da 5 û li Mûşê di binê sifirê da 7 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo herêmên berpal baldar bin û bê tevdîr nemînin, dibe ku aşît bikeve.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE