Tê texmînkirin ku li Behra Reş a Rojhilat li deverên hundir, li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî li deverên bakur bahoz dê rabe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li deverên bakurê Tirkiyeyê hewa îro dê perçe û pir ewrayî be. Tê texmînkirin ku li Behra Reş a Rojava, Navîn û Rojhilat li peravan û her wiha li dewrûbera Artvînê tavî û taviya bibirqetav dê were. Her wiha tê pêşbînîkirin ku li ciyên mayîn jî hewa dê kêm ewrayî û sayî derbas be.
Germahiya hewayê li deverên bakur û navînî dê di asta demsalê da be, li deverên başûr jî dê 3-5 pile di ser asta demsalê da be.
Behra Reş a Rojhilat li deverên hundir, li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî li deverên bakur bayekî gur dê rabe û paşê dê vegere bahozê.
Peywirdaran lewma jî li hemberî rewşên nexweş ên wekî firîna baniyan, welgerîna dîreg û daran welatî hişyar kirin da ku baldar bin.
AA