Ji meteorolojiyê hişyariya baranê

Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê daxuyand sibê Tirkiyeyê wê pir ewravî be...

Ji meteorolojiyê hişyariya baranê

Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê hewa dê perçe û pirewrayî be, li Behra Spî û Behra Reş a Rojhilat û herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, derûdorê Antalya û Orduyê jî wê baran bibare. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku qeraxên Behra Spî û Behra Reş û rojhilatê herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê baran gur wê bibare.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku li herêmên Meletî, Elezîz û Şirnex û derûdora wê barana gur, li derûdorê Hekarî û rojhilatê Hekariyê jî wê berf bibare.

Ji ber daketina germa hewayê ji bo kesên ku bi çandiniyê mijûl in hişyariya qeşayê hat dayîn ku tevdîra xwe hildin.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo qeşa û cemedê baldar bin û bê tevdîr nemînin.

Tê têxmînkirin ku li welêt germahiya hewayê wê li gor demsalê pariyekî bikeve.  

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Adar 2019, 12:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE