Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku li bakurê rojhilat a Rojhilata Anadoluyê, derdora Wan, Trabzon, Artvîn û hin deverên Rîzeyê baraneke gur wê bibare.
Li gor danezana midûriya giştî, îro tê payîn ku bakurê rojhilata welêt cî bi cî pirewrayî be.
Li gor texmînê bakurê rojhilat a Rojhilata Anadoluyê, derdora Wanê, naverasta Trabzon û Artvînê, naverasta Rîze û aliyên wê yên rojhilatê tavî, teyrok wê çêbe, cihên din jî wê kêmewrayî û sayî derbas bibin.
Tê payîn ku germa hewayê wê zêde neguhere.
AA