Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro li ser asta welêt hewa dê pir û perçe ewrayî ye.
Li Marmara, Ege, rojavayê bakurê Anadoluya Navîn, rojavayê Behra Reş a Rojava, rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û her wiha Adana, Hatay, Osmaniye, Kahramanmaraş, Konya û Şirnexê tê texmînkirin ku baran dê bibare.
Tê texmînkirin ku li Behra Spî ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê cih cihan taviya bibirqetav were û herwiha li beşeke mezin a welêt jî baran dê bibare.
- Germahî dê di asta demsalê da be
Di pileyên germahiyê da guhertineke girîng nayê pêşbînîkirin. Tê texmînkirin ku germahî li ser asta welêt dê li gorî pileyên demsalê be.
Her wiha tê texmînkirin ku ba jî ji bakur nerm, car caran nîveqewî û her wisa li Trakyayê jî bihêz rabe.AA