Li Stenbol, Kocaelî, der û dora Antalyayê û rojavayê Sakaryayê baraneke gur wê bibare, li qeraxên Marmara û Bakurê Egeyê jî bahoz wê rabe.
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, başûr, hundir û rojavayê Tirkiyeyê wê pir ewrayî be, başûrê Marmarayê, qeraxên Egeyê, Stenbol, Kocaelî, der û dora Antalyayê û rojavayê Sakaryayê baraneke gur (20-50 kîlogram/metrekare) wê bibare.
Li qeraxên Marmara û Egeya Bakur ba wê ji hêla bakur û bakurê rojhilat va bê û car caran jî bahoz (80-100 kîlometre/saet) wê rabe.
Hat gotin dibe ku lehî rabe, banê xaniyên bifirin, dar û dîreg welgerîn, bablîsok rabin, ji ber sobeyê û xaza siruştî jehrîketin biqewimin, di hatin û çûyînê da pirsgirêk derkevin welatî divê hişyar û baldar bin.
AA