Ji meteorolojiyê hişyariya baranê

Li bendê ne ku sibê li hin herêmên Tirkiyeyê şilî û berf bibare

Ji meteorolojiyê hişyariya baranê

Li bendê ne ku sibê li hin herêmên Tirkiyeyê şilî û berf bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, hewayê sibê li welêt ewrsayî û ewravî be.

Tê texmînkirin ku li herêmên rojhilatê Anadoluyê Navîn, Behra Reş, rojhilat û bakurê Rojhilatê Anadoluyê, dorberê bajarên wekî Enqere, Çankiri, Elezîz, Diyarbekir, Batman û Sêrtê baranê bibare.

Li gor texmînan li ciyên bilind ên Behra Reş, rojhilat û bakurê Rojhilatê Anadoluyê, Sêwas, Nîxde, Yozgat û Qeyseriyê şilope û berf, li dorberê Hekarî û rojhilatê Şirnexê, başûrê Wanê jî berf û şilopeya zêde bibare.

Tê texmînkirin ku li Marmara û Egeyê jî bi şev û ber destê sibê mij bikeve û puk rabe.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE