Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur

Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur

Li qeraxên Türkiyeyê û li Hatay, Diyarbakır, Şırnak û Siirtê sibê barana gur tê payîn.

Li gor danezana Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, sibê li tevahiya welêt hewa wê ewrsayî be û cî bi cî ewrayî be.

Rojhilatê Marmarayê, Rojhilat û Rojavayê Behra Reş, qeraxên Behra Reş a Navîn, bakur û rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê û li Kirklarelî, Hatay, Diyarbakır û Siirtê baran tê payîn.

Li qeraxan û Hatay, Diyarbakır, Şırnak û Siirtê baran, li cihên din şilope û berf tê payîn.

Serê sibê û bişev li aliyên navxweyî û rojhilatê cemed û qeşa tê payîn.

Aliyê hindur ê Rojhilatê Behra Reş û li başûrê rojhilatê Rojhilata Anadoluyê talûkeya şepeyê heye.

Li ser behran jî li Başûrê Egeyê û li Rojavayê Behra Spî bager tê payîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE