Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur

Ji bo hin derên herêmên Ege, Behra Spî, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya barana gur

Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur

 Li Mugla, Aydin, navçeyên rojhilatê yên Antalyayê, Batman, Sêrt, Şirnex, Mûş, başûrê Wanê û derdorê Bidlîs, Hekariyê îro barana gur tê payîn.

Li gor hişyariya ku Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê da, îro li tevahiya Tirkiyeyê hewa wê ewrayî be.

Li başûr û rojhilatê Marmarayê, li Ege, Behra Spî, Rojhilatê Anadoluyê, rojholatê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, li Konya, Sêwas, Kayserî, Nîgde, Gazîentab, Kilîs, Adiyeman û Kirklareliyê baran tê payîn.

Li başûrê Egeyê û qeraxên Behra Spî cî bi cî tav û teyrok, li cihên bilind ên rojhilata Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf tê payîn.

Li gor texmînê baran wê li Mugla, Aydin, navçeyên rojhilatê yên Antalyayê, li Batman, Sêrt, Şirnex, Mûş, başûrê Wanê û derdora Bidlîs û Hekariyê gur bibare.

Germa hewayê li aliyê naverasta rojhilayê wê ji 2 pileyan heta 4 pileyan zêde bibe, li cihên din neguhere û li tvahiya welêt li gor şert û mercên demsalê be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE