Li Marmara, Rojhilatê Behra Reş, rojavayê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li hin herêmên welêt îro barana gur, li hin herêmên Rojhilatê Anadoluyê şilope û ber, li herêmên naverast û rojhilatê jî serê sibê û bi şev qeşa, cemed û mij tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya Turkiyeyê hewa wê îro ewrsayî û cî bi cî ewrayî be.
Li Marmara, Rojhilatê Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Mugla, Antalya, Duzce, Zonguldak, Bartin, Nîgde, Kayserî, Sîvas û derdorên wan bariyên ewran tê payîn.
Li gor texmînê piraniya ewran wê baran û tavî û teyrok be; li Tuncelî, Erzincan û deverên bilind ên Bîngolê şilope û berf be. Serê sibê û bişev li herêmên hundir û rojhilatê qeşa û cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê li aliyê rojavayê bakur wê di navbera 2 û 5 pileyan da kêm bibe û têkeve binê şertên demsalê. Li deverên din wê zêde neguhere.
AA