Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur

Meteorolojiyê ji bo hemû Tirkiyeyê hişyariya baranê da

Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur

Li başûrê rojhilat ê Rojhilatê Anadoluyê, Hatay, Rîze, Qers, Agirî, Îdir, Bîngol, Mûş, Batman û Sêrtê, li rojhilatê Trabzonê û qeraxên Artvînê îro baraneke gur wê bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî yê Meteorolojiyê li giştiyê Tirkiyeyê hewa wê pir ewrayî be.

Li Trakyayê, Behra Spî ya Navîn û Rojhilatê, rojhilat û başûrê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Rojhilat û Behra Reş a Navîn, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Rojhilatê Anadoluyê, Stenbol, Çanakkale, başûrê Enqereyê rojhilatê Isparta û Antalyayê baranê bibare û birûskê çêbibe.

Tê texmînkirin li başûrê rojhilat ê Rojhilatê Anadoluyê, Hatay, Rîze, Qers, Agirî, Îdir, Bîngol, Mûş, Batman û Sêrtê, li rojhilatê Trabzonê û Artvînê baranê wê pir gur bibare.

Germahiya hewayê wê li aliyên rojava di navbera 2-4 pileyan da zêde bibe, li cihên din jî wê zêde neguhere.

Li giştiyê Tirkiyeyê germahiya hewayê wê li gor demsalê kêm bibe, ji bilî baranê ba jî wê rabe.

Ji ber baranê hişyarî hat dayîn dibe ku lehî çêbibe, birûsk li cihan bixe, zipîk bibare û bayekî xurt rabe divê welatî baldar bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE