Ji bo Meletî, Elezîz, Bîngol, Adiyeman û Tunceliyê hişyariya bayê gur hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, tê texmînkirin ku li parêzgehên navborî hewa dê sayî û kêm ewrayî be.
Herwiha tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê germahî dê 2-4 pile bikevin û ba jî dê ji milê bakur nîveqewî û cih cihan jî bihêz rabe.
Hişyariya wê yekê hat dayîn ku li hemberî xetereyên wekî firîna baniyan û ketina dar û dîregan ên ji ber bayê gur, divê welatî hişyar û baldar bin.
AA