Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dê tesîra xwe bidomîne...

Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê pir ewrayî be û binavber jî berf dê bibare. Her wiha li dewrûbera Erzurum, Ağrı û Karsê berfeke zêde dê bibare.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji başur nerm, car caran jî nîveqewî rabe. 

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Karsê 2, li Ardahanê 7, li Ağrı û Erzurumê sifir û her wiha li Iğdırê 6 û li Erzincanê 4 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzincanê 7, li Iğdırê 5, li Ardahan û Kars 4, Ağrı û Erzurumê 3 jî pile be.

Li navendên kaşûnê sitûriya berfê li Palandökenê 135, li Sarıkamışê 97 û li Konaklıyê jî 75 santîmêtro hat pîvan.

Ji ber ku li temamiya herêmê hişkî û cemed dê çêbe, ajokar di serî da ji welatî û peywirdaran hat xwestin ku baldar û bi tevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE