Hat ragihandin ku berfa li herêma Rojhilatê car caran lê dike wê tesîra xwe bidomîne.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê da hat gotin ku li herêma berf lê car caran dibare hewa ewrayî ye û berfê jî wê car caran lê bike. Li dor û berê Erzurum, Kars û Ağrıyê berfê bibare û li deverên bilind wê zêdetir be.
Germahiya hewayê ya li herêmê di bin sifirê da li Iğdırê 3, Ardahan û Erzurumê 6, Kars û Ağrıyê 5 û Erzincanê jî 1 pile hat pîvandin.
Ji welatiyên li herêmê ne hat xwestin ku bila ji ber berf, sir, seqem, cemed, pûk, aşît û mijê baldar bin û ji ber bayê zêde dibe dar û devî biqelibin.
AA