Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku li başûrê rojhilat ê Rojhilatê Anadoluyê sibê wê berf bibare.
Li gor daxuyaniya Meteorolojiyê, sibê li başûrê rojhilatê yê Rojhilatê Anadoluyê berf wê bibare. Li gor texmînê li Hekarî, Bidlîs û derdora Mûşê, başûr rojhilatê Erziromê, Sêrt û rojhilatê Şirnexê û li navçeyên başûr ên Wanê heta roja pêncşemê serê sibehê berfeke gur wê bibare.
Ji ber berfê dibe ku di çûyîn û hatinan da tengasî derkeve, cemed û qeşa were dîtin û bager rabe. Seba van divê welatî baldar û bi tevdîr bin.