Li qeraxên Rojhilat û Navîn a Behra Reş, başûrê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li der û dora Hatay, Şirnak û Sînopê baran û tavî, li der û dora Gumuşxane, Ardahan û Hakkariyê û herêmên hundir ên Artvînê jî berf û şilope tê payîn.
Li gor daxuyaniya Giştî ya Meteorolojiyê îro li seranserê welêt hewa wê perçe ewrayî, li bakur û rojhilat jî dem demî wê pir ewrayî be.
Li qeraxên Rojhilat û Navîn a Behra Reş, başûrê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li der û dora Hatay, Şirnak û Sînopê baran û tavî, li der û dora Gumuşxane, Ardahan û Hakkariyê û herêmên hundir ên Artvînê jî berf û şilope tê payîn.
Li başûrê rojhilat ê Marmarayê, Egeya Navîn, Anatoliya Navîn û Behra Reş serê sibê dem demî mij û moran tê payîn. Li herêmên hundir û Rojhilatê jî dem demî wê qeşa û cemed çêbibe.
Germahiya hewayê li Egeya Navîn, Anatoliya Navîn û Behra Reş wê li gor demsalê di navbera 2 û 5 pileyan da kêm bibe, li hên din wê zêde neguhere û li gor şertên demsalê be.
Li başûrê Marmarayê, qeraxên Egeya bakur, rojavayê Behra Spî jî ji hêla bakur û bakurê rojhilat va car caran xurt û car caran jî wek bahozê wê ba rabe.
AA