Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê seranserê welêt wê heta sibê hewa perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Tê texmînkirin li herêmên Marmara, Ege û Behra Spî, Anadoluya Navîn, Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare, li dora Kars û Iğdırê jî berf û baran, şilope wê bibarin.
Tê payînkirin piştî nîvro li qeraxên Mugla, Antalya û Aydinê baraneke gur wê bibare û birûskê çêbibe.
Serê sibê jî qeşa, mij û dûman wê çêbibe.
Hat daxuyandin germa hewayê wê zêde neguhere, li tevahiya welêt germa hewayê li gor demsalê wê di navbera 2 û 6 pileyan da zêde be.
AA