Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê bi piranî hewa dê perçe û pir ewrayî be, heya danê nîvro şilî û şilope dê bibare.
Li herêma ku nîvê şevê û destê sibehê cemed û hişkî dê bikeve erdê û herwiha mij û bûsî dê çêbe, di germahiya hewayê da guhertineke girîng nayê pêşbînîkirin.
Ba jî herwiha dê ji milê başûr û rojhilatê başûr nerm, car carî jî nîveqewî rabe.
Pileyên herî bilind ên germahiyê li Wanê 7, li Mûşê 6, li Hekariyê 5 û li Bidlîsê jî dê 4 pile be.
AA