Ji Meteorolojiyê hişyariya "gulana herî germ"

Li Tirkiyeyê dawiya vê hefteyê li başûrê Marmarayê, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn, Rojava û Navîna Behra Reş hewa wê germ bibe, ev meha gulanê wê bibe meha gulanê ya herî germ a salên dawîn.

Ji Meteorolojiyê hişyariya "gulana herî germ"

Li Tirkiyeyê dawiya vê hefteyê li başûrê Marmarayê, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn, Rojava û Navîna Behra Reş hewagerm bibe, ev meha gulanê wê bibe meha gulanê ya herî germ a salên dawîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hewa germ wê tesîrê li ser welêt bike.

Ji îro pê va heta dawiya hefteya bê li Tirkiyeyê wê baranê nebare. Hewa wê kêm ewrayî û sayî bû.

Hat daxuyandin li rojhilatê Behra Reş hewa wê li gor demsalê di navbera 5 û 9 pileyan da li rojavayê wê jî di navbera 9-13 pileyan da zêde be.

Dawiya vê hefteyê li başûrê Marmarayê, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn, Rojava û Navîn a Behra Reş ev meha gulanê wê bibe meha gulanê ya herî germ a salên dawîn.

Li herêmên Navîn û Rojava li gelek navçe û bajaran germahî wê di meha gulanê da pir zêde be.

Hefta bê li qeraxên Behra Reş germahî wê hêdî hêdî kêm bibe û bigihêje asta demsalê.

Li herêmên din ên welêt jî hefta bê germahî wê neguhere û li gor demsalê zêde dewam bike.

- Li 3 bajarên mezin rewşa hewayê

Li Enqereyê germahiya hewayê wê zêde be û bigihêje 34,4 pileyan ku herî dawîn di gulana 1934an da germa hewayê gihîştibû vê pileyê.

Li Stenbolê jî germahiya hewayê wê zêde be û wê dora 32-34 pileyan da be. Ji roja duşemê pê va wê kêm bibe û bigihêje asta demsalê.

Li Îzmirê jî germahiya hewayê wê zêde be û bigihêje 37,6 pileyan ku herî dawîn di gulana 1945an da germa hewayê gihîştibû vê pileyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE