Ji Meteorolojiyê hişyariya qeşa û şepeyê

Ji bo 4 bajarên rojhilatê anadoluyê hişyariya qeşa, cemed û şepeyê

Ji Meteorolojiyê hişyariya qeşa û şepeyê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya qeşa, cemed û şepeyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be û li Hekarî û derdora wê bi navber berf wê bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê kêmtir be.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde di binê sifirê da li Wanê 5, li Hekariyê 6, li Bidlîs û Mûşê 7 pile tê payîn.

Li herêmê qeşa, cemed, mij û xumam tê payîn. Her wiha ji ber ku rîska rabûna şepeyê jî heye divê welatî seba pal û berpalan baldar bibin û tevdîra xwe hildin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE