Ji Meteorolojiyê hişyariya şepeyê!

Ji bo 4 bajarên Rojhilatê hişyariya şepe, qeşa û hişkiyê

Ji Meteorolojiyê hişyariya şepeyê!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, qeşa û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li seranserî herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, dem demî berf wê bibare.

Li herêma ku germahiya hewayê wê li gor asta demsalê da be, ba wê ji başûr û rojava nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin germahiya herî zêde ya nava rojê wê li Wanê 4, li Bidlîsê 0, li Hekarî û Mûşê jî di binê sifirê da 2 pile be.

 Ji ber ku li herêmê cemed û hişkî, mij û dûman, li cihên bilind jî şepe wê çêbe hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE