Li herêma navîn a Rojhilatê Behra Reş û rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê li ciyên ku zêde berf lê heye, hişyariya "rîska şepeyê" hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku îro li bakur, navîn û rojhilatê welêt hewa dê pir û perçe ewrayî be. Edîrne ne tê da li Marmara, herêmên Behra Reş, rojhilat û başûrê Rojhilatê Anadoluyê, rojhilatê bakurê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berf û baran dê bibare.
Tê texmînkirin, nîvê şevê û destê sibehê li herêmên navîn û rojhilatê mij û bûsî û her wiha cemed û hişkî dê çêbe.
Li herêma navîn a Rojhilatê Behra Reş û rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê li ciyên ku zêde berf lê heye jî rîsk heye ku şepe were xwarê.
Germahî li aliyê başûr ê welêt 2-4 pile di ser asta demsalê da, li herêmên mayîn jî dê di asta demsalê da be.
AA