Tê texmînkirin ku li Trakya, Anadoluya Navîn, deverên navberê yên Behra Reş û Herêma Marmarayê îro taviya bibirqetav dê were.
Li gorî nirxandinên dawîn ên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro li ser asta Tirkiyeyê hewa dê perçe ewrayî û cih cihan jî pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li Trakya, Anadoluya Navîn, deverên navberê yên Behra Reş û herwiha dewrûbera Stenbol, Sakarya, Qers û Erdexanê bi awayê herêmî îro taviya bibirqetav dê were.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku germahiya hewayê li deverên navîn û rojhilatê 2-5 pile zêde bibe, li deverên mayîn jî guhertineke girîng nayê pêşbînîkirin.
Her wiha ba jî bi piranî ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm, carinan nîveqewî dê rabe, li ciyên ku baran bibare jî gava baran barî dê cih cihan bihêz rabe.