Piştî erdheja li Vanê gelek sazî û dezgehên dewletê xwe gihandin hawara welatiyên wê derê. Li gundên ku xanî xira bûbûn kon hatin danîn û ji bo welatiyan rojê sê dan xwarin tê dayîn.
Piştî erdheja Wanê sazî û dezgehên dewletê ji bo mexdûran seferber bûn.
Ewilî ji bo welatiyan kon hatin danîn.
Piştre xwarin hatin çêkirin û niha rojê sê dan xwarin tê belavkirin.
Ji bo welatî necemidin rayedaran, betanî, sobe û komir jî da welatiyan.
Gundî dixwazin ji bo heywanên wan jî çareyekê were dîtin.
Her wiha ji bo heywanên mirar nebin sedema nexweşiyan tên binaxkirin.