Ji navenda heywandariyê ya Agiriyê bo parêzgehên rojava sewqiyeta qurbaniyan zêde bû

Ji navenda heywandariyê ya Agiriyê bo parêzgehên rojava sewqiyeta qurbaniyan zêde bû

Ji Agiriya ku bi serjimara xwe ya pez û dewar va yek ji bajarên sereke yên Tirkiyeyê ye, berî Eyda Qurbanê bajarên mezin di serî da sewqiyeta qurbaniyan a bo parêzgehên li rojavayê welêt zêde bû.

Li Borseya Heywanan a Agiriyê ya ku hersal di serdema Eyda Qurbanê da jê bi deh hezaran pez û dewar bo bajarên mezin ên wekî Enqere, Stenbol, Îzmir, Bursa û Kocaeliyê tên şandin, di demekê da ku ji eydê ra çend roj maye, liv û tevger zêde bû.

Pez û dewarên ku zivistanê di hundir da tên alifkirin, bihar û havînê jî li zozanên têrçêre tên çêrandin, bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê tînin Borseya Heywanan a Agiriyê.

Li borseyê welatî û heywandar carinan bazarên hişk dikin.

- Ekîb qurbaniyan ji kontrola tenduristiyê ra derbas dikin

Li bazara heywanan a ku liv û tevgera zêde heya nîvro dewam dike, peywirdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanê qurbaniyan ji kontrola tenduristiyê ra derbas dikin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Kenan Engin di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li bajêr 415 hezar serî dewar û milyonek û 386 hezar serî jî pez heye ku ev amar bajêr di warê heywandariyê da li Tirkiyeyê dike navendeke sereke.

Engin bal kişand ku di serdema Eyda Qurbanê da sewqiyateke zêde bo bajarên rojava tên kirin û wiha dewam kir, "Me par Eyda Qurbanê 21 hezar serî dewar û 86 hezar serî jî pez şand parêzgehên rojava. Heta niha 21 hezar û 500 serî dewar û derdora 70 hezar seriyî jî pez hatin sewqkirin."

Engin her wisa got ku wan par di nava salê da 102 hezar serî dewar û zêdeyî 350 hezar seriyî jî pez sewqî ciyên cuda yên welêt kirin ku îsal jî ew texmîn dikin ku ev reqam hîn zêdetir be.

Heywandar Ozan Yildiz jî diyar kir, wî amadekariyên xwe kuta kirin ku 100 serî dewarên xwe bibe Stenbolê ku havînê li zozanan diçêrîne, zivistanê jî di hundir da alif dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE