Ji niha ve haziriyên biharê dikin

Ji bo ku berf zû bihele û bereketa axê zêde bibe li zeviyan zibil direşînin.

Ji niha ve haziriyên biharê dikin

Cotkarên Bêşebabê ji niha ve haziriyên heyama çandiniyê dikin. Ji bo ku berfa li ser zeviyan bihele û bibereket be gundî zibil direşînin ser zeviyên xwe.

Li Bêşebaba Şirnexê li erdê bi qasî mîtroyekê berf heye.

Lê cotkar ji niha ve haziriyên bihar û çandiniyê dikin.

Ji bo ku berfa li ser zeviyan zû bihele cotkar zibilên di axûran de direşînin ser zeviyan.

Gundiyên Çemanê dibêjin bi saya zibilan bereketa zeviyan jî zêde dibe.

Cotkar ji bo ku berên zeviyên wan zêde bibin guh nadin serma û zivistanê û dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE