Ji Nûnerên eşîrên Sûriyeyê berteka dijî YPG/PKKê

Li Şanliurfayê serokên eşîrên Sûriyeyê û nûnerên saziyên civaka sivîl êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê li welatê wan dike şermezar kirin.

Ji Nûnerên eşîrên Sûriyeyê berteka dijî YPG/PKKê

Li Şanliurfayê serokên eşîrên Sûriyeyê û nûnerên saziyên civaka sivîl êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê li welatê wan dike şermezar kirin.

Îsmaîl Asker Hifilê Serokê Komeleya Eşîra Aqîdet û Zubeydê li avahiya komeleyê ya li Şanliurfayê bi serokên eşîrên Sûriyeyê û nûnerên saziyên civaka sivîl ra civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê da gotin YPG/PKKya rêxistina terorê roja yekşemê li Hewayica gundê li rojhilatê Dêrazorê êrîş kir, di êrîşê da Mutşîr el-Hamud el-Cedayê ji serokên eşîra Aqîdetê hat kuştin û ji ber vê gelekî li ber xwe ketin.

Hifil got ku çalakiya rêxistina terorê ew ê bê bersiv nemîne û xwest ku bira Amerîkaya piştgirê YPG/PKKyê welatê wan terk bike. Hifil diyar kir ku Sûriyeyê erdê wan e û YPG/PKKya rêxistina terorê li vê derê gelek kesên bêguneh kuştin.

Hifil destnîşan kir ku rêxistina terorê demografiya welêt diguherîne, zilmê li gel dike, bira rêxistin erdê wan û çavkaniyên petrolê teslîmî wan bike.

Hifil ji bo piştgiriyê ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, eskerên Tirkiyeyê û polêsan ra sipas kir, ji bo rêxistina terorê ji erdê wan derxin jî ji Tirkiyeyê piştgirî xwest.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE