Ji Înternetê hînî karê gubreya kurmikan bû

Bi milyonek kurmikên taybet mehê 15 ton gubreya xwezayî bi dest dixe

Ji Înternetê hînî karê gubreya kurmikan bû

Li Islahiyeya Dîlokê ciwanê 20 salî ehmet yildirim ji înternetê hînî karê hilberîna gubreya kurmikan bû. Niha ehmet bi milyonek kurmikî mehê 15 ton gubra xwezayî bi dest dixe. Hilberînerê ciwan dibêje gubreya kurmikan ji gubreya fabrîqeyan baştir e.

Hin kes ji înternetê hînî hin tiştan dibin û pê xebatên mezin dikin.

Yek ji wan jî Ehmet Yildirim ê 20 salî ye.

Yildirim li Islahiyeya navçeya Dîlokê dijî.

Bi xêra înternetê hînî karê hilberîna gubreya kurmikan bû û bi 15 hezar kurmikan dest bi xebatê kir.

Gubreya kurmikan pêşî li baxçeyê xwe diceribîne û dibîne ku gubra kurmikan ji ya fabrîqeyan baştir e.

Miteşebîsê 20 salî niha bi milyonek kurmikî mehê 15 ton gubreya xwezayî bi dest dixe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE