Ji NYyê ji bo Sûriyeyiyan banga alîkariya 10 milyar dolarî

Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî yên NYyê, Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê û Bernameya Pêşketinê ya NYyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ji civaka navneteweyî xwestin ku alîkariyên xwe yên ji bo bi milyonan Sûriyeyiyan zêdetir bikin.

Ji NYyê ji bo Sûriyeyiyan banga alîkariya 10 milyar dolarî

Neteweyên Yekbûyî (NY) berî civîna Sûriyeyê ya li Brukselê ji bo 24 milyon Sûriyeyiyên ku mihtacî alîkariyê ne, banga 10 milyar dolar alîkariyê kir.

Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî yên NYyê, Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê û Bernameya Pêşketinê ya NYyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ji civaka navneteweyî xwestin ku alîkariyên xwe yên ji bo bi milyonan Sûriyeyiyan zêdetir bikin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku birçîbûn û xizaniya Sûriyeyiyan roj bi roj zêdetir dibe û welatên cîran jî ji her 5 Sûriyeyiyan jê 4an dihewînin. 

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, li welêt û li dervayî welêt hejmara Sûriyeyiyên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ji 20 milyonî derketiye 24 milyonî û lewma jî ji bo dabînkirina pêwîstiyên Sûriyeyiyan di sala 2021ê da pêwîstî bi foneke 10 milyar dolarî heye û 4,2 milyar dolar dê li nava Sûriyeyê, 5,8 milyar dolar jî dê ji bo penaberên li welatên cîran bê xerckirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE