Ji Oktayê Alîkarê Serokomar bo kesên dixwazin vegerin Tirkiyeyê mizgînî

Oktay ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam weşand û destnîşan kir ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da Tirkiye li ku dera dinyayê dibe bila be li cem welatiyên xwe cih digire û wan bi tenê nahêle.

Ji Oktayê Alîkarê Serokomar bo kesên dixwazin vegerin Tirkiyeyê mizgînî

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay diyar kir bi telîmata Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo 25 hezar welatiyên Tirkiyeyê yên ku li 59 welatan dijîn bikaribin vegerin Tirkiyeyê û Meha Remezanê li malên xwe derbas bikin, dest bi xebatê kirin.

Oktay ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam weşand û destnîşan kir ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da Tirkiye li ku dera dinyayê dibe bila be li cem welatiyên xwe cih digire û wan bi tenê nahêle.

Di peyama xwe da Oktay destnîşan kir ku di pêvajoya têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê ya dewam dike da wan ji çar aliyê dinyayê heta niha 25 hezar welatiyên Tirkiyeyê anîn û gihandin malbatên wan û wiha pê da çû: "Niha  jî bi telîmata serokomar ji bo 25 hezar welatiyên me yên li 59 welatan e ku bikaribin vegerin û meha Remezanê li malên xwe derbas bikin tevlî Wezareta Karên Derva, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Gihandin û Binesaziyê, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Spor û Ciwaniyê va me operasyoneke berfireh da destpêkirin."

Oktay ragihand ku milet bi cehd e, dewlet jî xurt û bi biryar e û peyama xwe wiha domand: "Vî miletê hanê wê mîna ku di dîrokê da jî mînakên wê hene wê bi hev ra û bi xwîşk û biratî ji heqê vê têkoşîna bi zor û zehmet bê der."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE