Alîkarê Serokomar Fuat Oktay di 29emîn salvegera mirina Serokomarê 8emîn Turgut Ozal da ew bi bîr anî.
Oktay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got. "Di 29emîn salvegera mirina Serokomarê me yê 8emîn Turgut Ozalê ku emrê xwe ji bo azadî, demokrasî û sazûmaniyeke sivîl a welatê me bexşand da ez wî bi rehmet û minetê va bi bîr tînim. Miletê me wê şexsê wî, xizmetên wî yên ji bo Tirkiyeyê ji bîr neke û wî her tim bi xêrê va bi bîr bîne."
AA