Ji OSYMyê hişyariya "roja dawîn" a KPSSyê

Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku serîlêdanên şexsî yên li ser înternetê yên ji bo Ezmûna Agahiyên Qadê ya Mamostetiyê û Koma Ayê ew ê îro di saet 23.59an da bi dawî bibe.

Li gor vê Ezmûna Zanistên Perwerdeyê û Çanda Giştî-Ceribandinê ya KPSSya 2019an di 14ê tîrmehê da, ezmûna rûniştina ewil a Agahiya Qadê ya KPSSyê (rêveberiya dewletê, têkiliyên navneteweyî, boriya xebatê û têkiliyên endustriyê) rûniştina 2yan a Agahiya Qadê ya KPSSyê (hiqûq, îqtisad, darayî) di 20ê tîrmehê da, rûniştina 3yan a Agahiya Qadê ya KPSSyê (xebitandin, mihasebe, îstatîstik) di 21ê tîrmehê da, Testa Agahiya Qada Mamostetiyê jî ew ê di 28ê tîrmehê da werin kirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE