Ji payîza li Iğdırê dîmenên rengîn

Li baxçeyên qeysiyan payîzê dîmenên xweşik derdikevin holê

Ji payîza li Iğdırê dîmenên rengîn

Qeysiyên Iğdırê navdar in. Ligel qeysiyan di demsala payîzê de dîmenên baxçeyên qeysiyan jî gelek rengîn in. Ciwan ji bo kişandina wêneyan berê xwe didin van baxçeyan.

Li gelek bajarên welêt êdî hewa gelek sar e.

Lê li Iğdırê ji ber îklima xwe hêj rengên payîzê hene.

Bi taybetî li "Rezên İremê" li baxçeyên qeysiyan dîmenên gelek rengîn derdikevin holê.

Daran pelên xwe weşandine, pelên qeysiyan zer bûne.

Ciwan ji bo kişandina wêneyan tên van baxçeyan.

Ku kesên wêneyên xwe yên li van baxçeyan li ser medyaya civakî parve dikin, wêne bala gelek kesan dikşînin û ew jî dixwazin li van baxçeyan wêne bikşînin.

Ji bajarên din jî gelek kes ji bo dîmenên baxçeyên qeysiyan tên Iğdırê .

Meşa li van baxçeyan jî bikêf e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE