Ji pentagonê sewqiyata eskerî ya ji bo Rojhilata Navîn

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ev geşedan dihat payîn û hat gotin ku "Lîva dê dijî tehdîda li ser personel û tesîsên Amerîkayê wek tevdîr û pêngaveke guncav dê li Kuweytê bê bicîkirin."

Ji pentagonê sewqiyata eskerî ya ji bo Rojhilata Navîn

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku li ser rageşiya Îran-Amerîkayê ku piştî Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bi destê Amerîkayê hat kuştin zêde bû dê temamiya lîvayeke ji Tûmena Peyakirinê ya Asîmanê ya 82yemîn bişînin herêmê.

Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin ku "Wekî ku berê jî hat ragihandin Lîvaya Hêza Midaxaleya Acîl a girêdayî Tûmena Peyakirinê ya Asîmanê ya 82yemîn ji bo sewqiyatê di teyaqûzê da ye û niha tê sewqkirin.Tabûrekî Hêza Midaxaleya Acîl jî berê hatibû şandin. Di heman demê da yên ku ji Lîvayê mabûn ji bo 96 saetan di teyaqûzê da bûn."

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ev geşedan dihat payîn û hat gotin ku "Lîva dê dijî tehdîda li ser personel û tesîsên Amerîkayê wek tevdîr û pêngaveke guncav dê li Kuweytê bê bicîkirin."

Rayedarekî parastinê der barê jimara eskeran da got ku bi eskerên ku di nav hefteyê hatin sewqkirin ra sewqiyata tevahî 3 hezar û 500 e.

Rageşiya Amerîka-Îranê

Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da piştî ku hefteya borî rêxistina Ketaîb Hîzbullahê ya bi piştgiriya Îranê bi rokêtan êrîşî baregeha eskerî ya K1 a li Kerkûkê ya ku lê eskerên Amerîkayê kir zêde bû.

Di êrîşa ku bi 31 rokêtan hat kirin da personelekî bipeyman ê Amerîkayî hatibû kuştin gelek eskerên Amerîkayê jî birîndar bibûn. Li ser vê êrîşê Amerîkayê jî li Iraq û Sûriyeyê êrîşî 5 baregehên rêxistinê kirbû, li ser vê milîsên şiî êrîş Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê kirbûn.

Amerîka esker sewqî herêmê kirbû û tehde li Iraqê kirbû û pêk anîbû ku milîsên şiî yên li ber derê Balyozxaneya Bexdayê ne belav bibin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.

Ayetullah Elî Xameneyê pêşengê dînî yê Îranê destnîşan kiribû ku wê tola êrîşa Amerîkayê hildin. Xameneyê li Îranê ji bona 3 rojan şîna neteweyî îlan kir ragihand ku wê bersiveke tund bidin hêzên Amerîkayê.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE