Ji polêsan hişyariya pereyê sextê

Ekîbên polêsan li bazara heywanan a Qersê ji heywandaran ra qala ferqa pereyê sexte û pereyê rastî kirin da ku bi qelpezanan nexapin.

Ji polêsan hişyariya pereyê sextê

Ekîbên polêsan li bazara heywanan a Qersê ji heywandaran ra qala ferqa pereyê sexte û pereyê rastî kirin da ku bi qelpezanan nexapin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Polêsan Bi Piştgiriya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li Bazara Heywanan ya Qersê ya li ser Kolana Walî Huseyîn Atak borşur belav kirin û der heqê pereyên sexte da agahî dan heywandar, bazirgan û sîmsaran.

Ekîban diyar kirin ku sextekar beriya eydê bi taybetî bazarên heywanan wekî hedef dibînin û ji bo kesên heywanan difroşin neyên xapandin jî ji wan ra qala ferqa pereyê sexte û pereyê rastî kirin.

Polêsan broşurên ku tê da taybetiyên pereyê sextê hatine nivîsandin li xwediyê heywanan belav kirin.

Midûrê Şaxa Esayîşê Mehmet Remzî Kopukluoglu daxuyanî da rojnamevanan û got beriya Eyda Qurbanê tevdîrên lazim digrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE