Ji Qesra Spî daxuyaniya li ser hevdîtina Serok Erdogan-Bîden

Qesra Spî ragihand ku di hevdîtina Erdogan-Bîden da di mijara Balafirgeha Kabulê da bi giştî li hev kirin

Ji Qesra Spî  daxuyaniya li ser hevdîtina Serok Erdogan-Bîden

Qesra Spî diyar kir ku di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan-Serokê Amerîkayê Joe Bîden da herdu welatan di mijara Balafirgeha Kabulê da bi giştî li hev kir û Bîden dê piştgiriyê bide vê pêvajoyê.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullîvan bi nûçegihanên Qesra Spî ra brîfînga têlefonê kir. 

Sullîvanê ku di hevdîtina Erdogan-Bîden da jî cî girt di daxuyaniya xwe ya der barê hevdîtinê da nirxandina "Di hevîdtina Bîden û Erdogan da mijara S-400an hat rojevê. Di vê mijarê da çareseriyek nehat bidestxistin lêbelê ji bo ku diyalog dewam bike teahud hat dayîn."

Sullîvan diyar kir ku di hevdîtina navborî da di pêvajoya ji Efxanistanê derketina Amerîkayê da mijara Balafirgeha Kabulê jî hat rojevê û got ku "Serokomar Erdogan got ku di mijara pêkanîna ewlehiya vê balafirgehê da dê hewcehî bi piştgiriya diyar çêbe, Bîden jî teahuda piştgiriyê dayê."

Sullîvan destnîşan kir ku herdu serokan jî ekîbên xwe peywirdar kirin ku di mijara plana nihaî da bixebitin peywirdar kirin û got ku "Li hev kirin ku Tirkiye ji bo pêkanîna ewlehiya Balafirgeha Navneteweyî ya Hamîd Karzaî (Kabul) roleke pêşkêş bilîze. Em niha li ser vê dixebitin ka em ê vê çawa tetbîq bikin."

- "Em jê bawerin ku dê Tirk ji bon vê rolê rabin"

Sullîvan diyar kir ku fikarên der barê îhtimala Talîban êrîşî qadên ewlehî û dîplomatîk ên li dora Kabulê bike cidî dibînin. 

Sullîvan diyar kir ji ber ku dê bi Tirkiyeyê ra di mijara Balafirgeha Kabulê da bixebitin xwedî hîsên baş e û got ku "Em jê bawerin ku dê Tirk ji bon vê rolê rabin."

Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Bîden di 14ê Hezîranê roja duşemê li Brukselê hatibûn bal hev.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE