Ji Qesra Spî der barê axaftina Kalin û Sullîvan da daxuyanî

Hat gotin Kalin û Sullîvan der barê têkiliyên dualî, mijarên herêmî, şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da axivîn.

Ji Qesra Spî der barê axaftina Kalin û Sullîvan da daxuyanî

Şewîrmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullîvan daxuyand ew piştgiriyê didin ku hevdîtinên di navbera Tirkiye, Swîsre û Fînlandiyayê da dewam bikin.

Qesra Spî der barê axaftina Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Şewîrmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullîvan a li ser telefonê da daxuyanî da.

Hat gotin Kalin û Sullîvan der barê têkiliyên dualî, mijarên herêmî, şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da axivîn.

Sullîvan der barê pêvajoya beşdarbûna NATOyê ya Swîsre û Fînlandiyayê da jî got Tirkiye di navbera her du welatan da hevdîtinan didomîne ku ew wek Amerîka piştgiriyê didin vê.

Ji bilî vê Sullîvan got li Sûriyeyê divê dev ji gavên ku rageşiyê zêde bikin bê berdan, li Behra Spî jî ji bo lihevnekirina hemû aliyan bê çareserkirin divê rêya dîyalog û dîplomasiyê vekirî be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE