Ji Qeterê li dijî biryara Amerîkayê ya li ser Golanê bertek

"Îsraîl li ser Girên Golanê hiqûq û rêveberiya xwe ferz dike ku tu bandoreke hiqûqî ya vê yekê tuneye û ev yek bêhikûm e"

Ji Qeterê li dijî biryara Amerîkayê ya li ser Golanê bertek

Wezareta Karên Derva ya Qeterê wiha daxuyand, "Îsraîl li ser Girên Golanê hiqûq û rêveberiya xwe ferz dike ku tu bandoreke hiqûqî ya vê yekê tuneye û ev yek bêhikûm e."

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Qeterê da wiha hat gotin, "Doha balê dikişîne ser wê helwesta xwe ya rêgezî ku Girên Golanê ku dagirkirî ye, axa Ereban e."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Îsraîl biryara Konseya Ewlekariyê ya NYyê ku sala 1981an bi jimare 497 va li ser Girên Golanê hat dayîn, piçûk dibîne. Heger hûn ji bo Îsraîla ku biryarê piçûk dibîne bibin pişt jî, ew yek dê neguhere û dê wê rastiya ku Golana dagirkirî axa Ereban e, neguherîne. Îsraîl li ser Girên Golanê hiqûq û rêveberiya xwe ferz dike ku tu bandoreke hiqûqî ya vê yekê tuneye û ev yek bêhikûm e."

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Îsraîlê divê biryarên navneteweyî bi cih bîne û Girên Golanê jî di navê da ji hemû erdên Ereban ên ku xwe kişandiye ser, vekişe û jê derkeve.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE