Ji Îranê berteke ewil bo "peymana Îsraîl-Îmaratê"

Abdullahiyan li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê peymana di navbera Îsraîl û Îmaratê de daxuyanî da.

Ji Îranê berteke ewil bo "peymana Îsraîl-Îmaratê"

 Alîkarê Serokê Meclîsa Şêwrê ya Komara Îslamî ya Îranê û Rêveberê Karûbarê Navneteweyî Huseyn Emîr Abdullahiyan Îmarat bi xiyaneta doza Quds û Filistînê sucdar kir.

Abdullahiyan li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê peymana di navbera Îsraîl û Îmaratê de daxuyanî da.

Abdullahiyan anî ziman ku dê ew peyman xizmeta aşitiya herêmî neke û wiha got, "Ev gava nû ya Îmaratê ku bi rejima tawanbar û saxte ya Îsraîlê re avet, tenê xizmeta berdewamiya sûcên siyonîstan dike. Rêveberiya Îmaratê berê xwe ji doza Quds û Filistînê re guheriye û ti sedemeke vê ya mafdar tune. Îmarat dê bi vê şaşiya stratêjîk bikeve nava agirê siyonîzmê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE