Ji Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, piştî nîvro li rojavayê Erzurumê û Erzincanê şiliyê bibare.

Ji Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Ji Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê hat dayîn.

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, piştî nîvro li rojavayê Erzurumê û Erzincanê şiliyê bibare.

Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 8, li Igdirê 2, li Erzurumê di binê sifirê da 1, li Ardahan di binê sifirê da 3, li Karsê di binê sifirê da 4, li Agriyê di binê sifirê da 8 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Igdirê 17, li Erzincanê 16, li Erzurum û Qersê 8, li Ardahan7 û li Agriyê jî 2 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Erganê 88, li Palandokenê 75, li Cibiltepeyê 70 santêm hat pîvandin.

Rayedarên meteorolojiyê gotin li bendê ne ku bi şev cemed bike, bira welatî ji bo cemed û aşîtê baldar bin û bê tevdîr nemînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE