Serok Recep Tayyîp Erdogan duh piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê bi navê "Banga Gel" bangî gel kir û kampanyayeke bi navê "Em Têra Hevdu Dikin Tirkiyeya Min" da destpêkirin ku ji Wan, Bidlîs û Mûşê jî hin kesan piştgirî dan vê kampanyayê.
Rektorê Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û got ew mehaneyeke xwe ji bo vê kampanyayê dibexşîne.
Şaredarê Tuşbayê Salîh Akman jî 3 mehaneyên xwe bexşandin.
- Bitlis
Waliyê Bitlisê Oktay Çagatay, Şaredar Nesrullah Tanglay, Rektorê Zanîngeha Bidlîs Erenê Prof. Dr. Erdal Necîp Yardim, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mehmet Emîn Korkmaz mehaneyeke xwe ji bo kampanyaya alîkariyê bexşandin.
Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî jî daxuyand wî 3 mehaneyên xwe ji bo vê kampnayayê bexşandiye.
Parlamenterê Bitlisê yê AK Partiyê Vahît Kîler jî got piştî banga Serok Erdogan wî jî 7 mehaneyên xwe yên parlamenteriyê bexşandiye.
Kîler got wan jî bi karsazên Bitlisî ra kampanyayek daye destpêkirin û wiha axivî: "Ji bo ku 10 hezar kolî bigîhîje Bitlisê me jî kampanyayeke alîkariyê ya 3 milyon lireyî da destpêkirin. Kesên rojane dixebitin û wê pereyê heman di rojê da xerc dikin hene ku niha ji ber vîrusê ew nikarin bixebitin. Ji ber vê di tengasiyê da ne. Serokkomarê me jî kampanyayeke wiha da destpêkirin ku ev jî bû tewauq."
Parlamenterê Bitlisê yê AK Partiyê Cemal Taşar jî got ewê piştgiriyê bidin vê kampanyaya Serokkomar Erdogan.
- Muş
Parlamenterê Muşê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Şîmşek jî bangî gel kir ku bila her kes li gor derfeta xwe piştgiriyê bide vê kampanyayê û got wî jî jixwe piştgirî daye.
Şaredarê Muşê Feyat Asya jî daxuyand wî 2 mehaneyên xwe ji bo vê kampanyayê bexşandiye û bangî karsazan kir ku bila ew jî biştgiriyê bidin vê kampanyayê.
Midûrê Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî yê Bajêr Abdulbarî Aksoy jî got wî mehaneyeke xwe ji bo vê kampanyê bexwşandiye.
AA