Ji êrîşên rejîmê direvin

Sivîlên ku ji êrîşên li Îdlibê direvin, xwe dispêrin cihên nêzî sînorê Türkiyeyê

Ji êrîşên rejîmê direvin

Bi hezaran sivîl, ji ber êrîşên Rejîma Esed, ji Îdlibê direvin. Du parçe eşyayên xwe bar kirin û bi malbatên xwe re berê xwe dan cihên nêzî sînorê Türkiyeyê. Dixwazin bes canê xwe û malbata xwe xelas bikin. lê di vê sir û seqemê de hin ji wanan di bin darekî de, hin ji wanan jî li keviya rê kon vedane.

Konvoyeke dûv û dirêj heye, hemû dixwazin canê xelas bikin.

Ne baran xema wan e ne jî tiştekî din, lewra ku nerevin wê bombe bibarin ser wan.

Tenê dixwazin xwe bigihînin cihekî ewle.

Muhammed Îsa jî yek ji wan kesan e ku ji başûr nû hatiye.

Ew ji bi malbata xwe û 5 malbatên din re derket rê.

Çend parçe eşyayên xwe bar kirin kamyonê û dest bi revê kirin.

Niha jî divê di nav darên zeytûnan de konên xwe deynin.

Herî zêde gelê Marat al Numanê ji mal û warên xwe derketin.

Ev navçe ji destpêka êrîşên rejîmê û vir ve gelek caran rastî êrîşan hat.

Hewa pir sar e û ev çend roj in li ser hev baran dibare.

Zarok pêxwas in û dicemidin.

Sivîlên ku li welatên xwe bûn penaber, ji bo ji êrîşan xilas bibin cih nema ku birevinê.

Halê bi sed hezaran malbatên ku ji bombeyan reviyan a niha ev e.

Li nêzî sînorê tirkiyê di konên li keviya rê de dimînin û xwe di nav ewlehiyê de hîs dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE