Ji Şanliurfayê bo hewcedarên li herêma Ezazê ya Sûriyeyê 4 tir komir alîkarî hat şandin.
Komira ku di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya Nûneriya Komeleya Alîkariya Mirovî Xeyratê ya li Şanliurfayê da hat berhevkirin, bi 4 tiran va bo Sûriyeyê hat şandin.
Nûnerê komeleyê li Şanliurfayê Abdullah Toprak ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku alîkariyên wan ên ji bo hewcedarên li Sûriye û Tirkiyeyê bênavber didomin.
Toprak bal kişand, di nav şertên giran ên zivistanê da wan alîkariya komirê ji wan mirovan ra şand ku di konên bêserûber da dijîn û şewata wan tuneye û wiha got, "Em ê înşelah qederek şûnda alîkariya kincan jî bişînin. Xwedê ji hemû xêrxwazan razî be ku piştgiriya kampanyayê kirin."
AA