Ji Şaredarê Baxlarê bo welatiyên di karantînayê da îkrama şêraniyê

Beyoglu di Şeva Qedrê da çû ziyareta welatiyên ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da ji Kazakistanê hatin anîn û di Wargeha Xwendekaran a Xalid bin Welîd da hatin bicihkirin û pêvajoya karantînaya wan dewam dike û şêranî îkramî wan kir.

Ji Şaredarê Baxlarê bo welatiyên di karantînayê da îkrama şêraniyê

Şaredarê Baxlara Diyarbekirê Huseyin Beyoglu, şêranî îkramî welatiyên Tirkiyeyê yên di karantînayê da kir.

Beyoglu di Şeva Qedrê da çû ziyareta welatiyên ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da ji Kazakistanê hatin anîn û di Wargeha Xwendekaran a Xalid bin Welîd da hatin bicihkirin û pêvajoya karantînaya wan dewam dike û şêranî îkramî wan kir.

Beyoglu wekîltiya silavên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên bo welatiyên di karantînayê da kir û wiha got, "Hûn li vê derê di nav aramî û ewlehiyê da mêvanên me ne."

Beyoglu diyar kir ku welatî li Diyarbekirê di nav aramî û ewlehiyê da dijîn û wiha dewam kir, "Têkoşîna dewleta me ya serkeftî ya bi serkêşiya Serokomarê me ya dijî Kovîd-19ê ji dinyayê ra bû nimûne. Hûn heta karantîna bi dawî bibe, li vê derê mêvanê bajarê me yê mêvanhez in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE