Ji Şaredariya Batmanê bi navê “tu bi xêr hatî pitik!” projeyek

Ji bo malbatên ku wê zarokên wan çêbibin zembil tên çêkirin 

Ji Şaredariya Batmanê bi navê “tu bi xêr hatî pitik!” projeyek

Şaredariya Batmanê bi navê “tu bi xêr hatî pitik!” projeyek da destpêkirin.  

jin di çarçoveya projeyê de sepetan/zembilan çêdikin.  

Tê plankirin ku heta dawiya vê salê 6 hezar sepet werin amadekirin û li malbatên hewcedar bên belavkirin. 

Şaredariya Batmanê ji bo malbatên ku wê zarokên wan çêbin, projeyek da destpêkirin. 

Di çarçoveya projeya bi navê “Tu Bi Xêr Hatî Pitik” de, jin li navenda perwerdeya gel sepetan çêdikin. 

Hin jin sepetan li navendê çêdikin, hin jî li mala xwe. Ji bo her sepetekê pere tê dayîn jinan. 

Sepetên ku hatine çêkirin wê li malbatên destteng werin belavkirin. 

Jinan heta niha 2 hezar sepet çêkirin. Tê plankirin ku heta dawiya salê 6 hezar sepet werin çêkirin û li malbatan werin belavkirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE