Ji Şaredariya Cizreyê piştevanîya ji bo tenduristîyê

Nexweşxane bi alîkarîya Şaredariya Cizreyê hat verastkirin

Ji Şaredariya Cizreyê piştevanîya ji bo tenduristîyê

Li Cizîra Şirnexê, bi alîkariyên şaredarîyê nexweşxaneya bajêr hat modernîzekirin. Bi saya şaredarîyê di nexweşxaneyê de serwîsa palyatîfê hat nûkirin. Welatîyên cizîrî ji vê xizmetê gelek keyfxweş man....

Xizmetên Şaredarîya Cizîrê yên ji bo bajêr berdewam dikin.

Şaredarîyê ji bo serwîsa palyatîfê 270 hezar lîre alîkarî veqetand.

Serwîs ji alîyê qeymeqamê Cizîrê Faik Arican ve hat vekirin.

Qeymeqam û Cigirşaredarê Cizreyê Faik Arican:Şaredariya me, ji bo tenduristiyê, perwerdê, muftîtiyê û ji bo ewlekariyê jî piştgiriyên xwe kir û îro jî dike. Niha jî me beşeke xweşxaneya xwe ji nû ve avakir. Ev xizmetên me wê bidomin.

Niha bi beşa nû ya ku hat modernkirin, xelkê Cizirî bi xizmeteke baş tên dermankirin.

Piştî serwês hat vekirin qeymekam ço serdana nexweşan

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE